24 Mart 2009 Salı

Ahmet Ada'nın Gökyüzünün Fıskiyesi'nde yer alan Gülün Tekrarı adlı şiiri Kürkçeye çevrildi:

DUBAREYA GULÊ

dirêj dibin demsal, kin dibin saet
jiyan di gulê de dubareya gulê
dema payîzê bû, renge wiha bû
di gulê de dengê gulê
di avê de dengê şerbikan
dawiya îlonê dengê baranên dirêj
her dem teze
dengê hesreta ku kela dilê min pêl dide
dengê dilevînê yê lalezmanî
dengê qulingan ê ji darbendan vedide
min ew qasî pir ji te hez kiribû welatê min
hinekî renc hinekî êş
te dabe min jî hîna pêl dide
bi hesreta te ya di dilê min de


de bila were dengê nalbendan
naz dikeve newayan
gul tê belavkirin li sûkan
tê jiyîn li serê keftûlefta şeydayî
tirk, kurd, gurcî, laz, suryanî
me gul dane hev, gul ji hev stendine
stranên me dişibin hev, ezmanê me yek e
baranên dirêj ên pîr û pak dike
can û ruh dide hinava me
me xela û tofan dîtine
li deşta mezopotamyayê
jiyan di gulê de dubareya gulê ye
di hinarê de dubareya şerbeta hinarê
li deşta hewlêrê dubareya xurmeyê
dubareya desmalên hevrîşim
yên li ezmên li ba dibin


hesreta xwe rê zerê daye payîzê
hesidiye ji payîzê dubareya gulê
de bila bê, wext e
tiştê ku tu dixwazî bê
bi xema leylayê bila bê mecnûn
ku nalbûran tenik dikir ezman
ku gulîstanê berhev dikirin gul
di nava leymûnên hêşîn de
li başûr im di temenê xwe yê tolaziyê de
ji paniyên min stranên êşbaz diherikin
yên ku rojê, şevê, ezmên têkîlhev dike
ligel stranên havînê
di gulên zûhatî yên havînî de dubareya gulê
di gulan de tu yî dubareya gulê
jiyan dubareya gulê ya di çivîkê de ye
li rihayê dubareya kevir a li deştê ye


ku hîv diket nav ewran
wer em herin daxwaznamenûsekî
em binivîsin li ser kevir dubareya gulê
dubareya havînê ya li payîzê
dubareya şikeftê ya di malê de
ku di ser darbendan re çûn zêmarên me
wê çaxê em ji kê re vebêjin halê xwe
dizanim êdî gelekî dereng e
dizanim hîna gelekî zû ye
di deng de dubareya bêdengiyê
li navdanka me hat nivîsandin êş
nêçîrvanên zorker jî dest nadinê
demsal dirêj dibin, roj kin dibin
jiyan di gulê de dubareya gulê

Ji tirkî werger: Dîlber HÊMA
(Gülün Tekrarı, Ahmet ADA)

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

İzleyiciler